Haydar Şahin
29 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
BÎŞKEK
Hat ragihandin di hêlana ku li Qirxizistanê çêbû da 6 mal hilşiyan û 24 kes di binê xaniyên tepbûyî da man.
Di daxuyaniya Wezareta Rewşên Afatê da hat diyarkirin ku li gor saeta herêmî di saet 07.20î da li Ayuya navçeya Ozgena navçeya herêma Oşê hêlan ket erdê.
24 kesên ji 6-7 malên ku hiweşiyan di binê xaniyên tepbûyê da man.

Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê kirin û dest bi xebatan kirin. Komisyona Parastina Sivîlan û ekîba xilaskirina ya ku ji 33 kesan pêk tê xebatan didomînin.
Ji vir mehek berê jî li Ozgenê hêlan ketibû erdê malbata ku ji 6 kesan pêk tê di binê malê da mabû û miribûn.