Cüneyt Çelik
10 Hezîran 2024•Rojanekirin: 12 Hezîran 2024
Li Qersê piştî barana gur zîpik barî û tesîreke neyînî li ser jiyanê kir.
Li bajêr bi rojan e dem demî baran dibare ku îro jî zîpik barî.
Ji ber zîpikê şofêran zehmetî kişand.
Hin şofêran betanî, orxan û qarton avêtin ser wesayîtên xwe ku zîpik zirarê nedê.
Ji ber baran û zîpikê li ser rêyan golên avê çêbûn.