Sayim Harmancı
10 Hezîran 2024•Rojanekirin: 19 Hezîran 2024
Koçerên ku bi qasî 10 hezar pezên xwe va ji Sêrtê bi rê ketibûn, piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj gihîştin Hekariyê.
Hekarîya ku yek ji wan navendên girîng ên heywandariyê ye bi hewaya xwe ya hênik, çavkaniyên xwe yên avê yên dewlemend û mêrgên xwe yên bi bereket dest bi mazûvaniya koçerên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kir.
Koçerên ku 40 roj berê bi qasî 10 hezar pezên xwe va ji Sêrtê bi rê ketibûn û dem demî li cihên av û hêşînahî lê heye bêhna xwe didan piştî rêwîtiyeke dirêj gihîştin Hekariyê.
Koçerên ku bi pezên xwe va ji rêya Hekarî-Çukurcayê ra derbas bûn, ji bo biçin zozanên nêzîkî Çiyayê Simbilê ber bi gundê Çimenliyê va bi rê ketin.
Ji Koçeran Memduh Yildiz daxuyand ku ew ji Sêrtê qasî 10 hezar heywanî va bi rê ketine û ji ser Cizîrê ra hatine Hekariyê.
Yildiz diyar kir ku ew ji bo pezê xwe bibin zozanê nêzîkî Çiyayê Simbilê rêwîtiya xwe didomînin û got ew ê havînê li zozanê bimînin.
Nurî Ete jî got ew 40 roj in di rê da ne û wiha axivî: "Em di rê da zehmetiyan dikişînin. Ji duh va em li ser piya nin, em nikarin bêhna xwe bidin. Em ê hewl bidin keriyên pez ji aliyê gundê Uzumcuyê ra bigihînin zozanê. Koçerî gelek zehmet e. Heywan jî gelekî westiyan."