Hüseyin Demirci
01 Nîsan 2026•Rojanekirin: 02 Nîsan 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hin qadên avî bi çivîkên koçber va şên bûn.
Li navçeyê piştî zivistana dirêj û dijwar hewa germ bû.
Li mêrgên gundên Asboga û Yagbasanê piştî ku berf heliya, qadên avî çêbûn.
Li cihên avî û dora çeman legleg, bazên sor, werdek û gelek cure çivîk hatin dîtin.
Dîmenên çivîkên ku herêm xemilandin hatin kişandin.