Haydar Şahin
13 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2021
Li Sêlima navçeya Qersê "Pêşbaziya Hespan a Kevneşop" hat lidarxistin û di pêşbaziyê da dîmenên balkêş derketin holê.
Li Benlîehmeda gundê Sêlim li texma Kesîkkopriyê ya li rexê rêbejaya Qaqizmanê pêşbaziya hespan hat lidarxistin.
Li eraziyê bi berf siwarên hespan parkura 7,5 kîlomêtreyî li gund temam kirin.
Di pêşbaziyê da Îbrahîm Yilmazel bi hespê xwe yê Umut Efe va rêza ewil bi dest xist. Ekîn Aykut kete rêza duduyan û Yakup Cece jî kere rêza sêyan.
Cengîz Bulutê xwediyê Umut Efe hespê kete rêza ewil xelata xwe hilda. Bulut paşê ji bo hespê xwe li ber derê mala xwe qurban serjê kir.
Îbrahîm Yilmazelê siyar jî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku gelekî kêfxweş bû û wiha got: "Hespê me qezenc kir. Ev pêşbaziya me ya ewil bû, parkur hinekî zor bû. Înşaellah em ê li parkurê ji vê baştir jî hespên xwe biajon."
Rahmî Korkmazê mixtarê Benlîehmedê jî got pêşbaziyeke bi kelecanî dîtin û wiha axivî: "Hespên me baş revîn. Em ê bi Kuluba Sporên Hespê ya Benlîehmedê va kevneşopiya xwe bidomînin. Em li bendê ne ku her kes were temaşe bike."
Bulut jî got pêşbaziya kal û bavan didomînin.