Li Qersê kulîlkên binefşî balê dikşînin
Li Arpaçaya navçeya Qersê nêzîkî Gola Kuyucukê kulîlkên binefşî balê dikşînin.
Kars
Li Arpaçaya navçeya Qersê nêzîkî Gola Kuyucukê kulîlkên binefşî balê dikşînin.
Li Qersê biharê û havînê xweza xweştir dibe, bi reng û rûyekî din va rind xuya dike.
Navçeya Arpaçayê jî ji hêla nebat û kulîlkan va dewlemend e.
Kulîlkên rengê wan binefşî yên li nêzîkî Gola Kuyucukê vekirine bala welatiyan dikşînin.
Malbatên ku bi zarokên xwe va tên li taxa di navbera Arpaçay û Akyakayê ya bi van kulîlkan va xemilî ye dema xwe xweş derbas dikin û wêneyan dikşînin.