Jiyan

Li Qersê dest bi çinîn û kişandina gihê kirin

Li Qersa ji bo heywandarî û cotkariya li welêt navendeke girîng e welatiyên debara xwe bi heywandariyê dikin dest bi gihaçinînê kirin.

Haydar Şahin  | 09.07.2020 - Rojanekırın : 10.07.2020
Li Qersê dest bi çinîn û kişandina gihê kirin

Kars

Li Herêma Rojhilatê zivistan dirêj û bi zihmet derbas dibe. Heywandar û gundiyên li Qersê ji bo alifê zivistanê yê pez û dewarên xwe bi motor û tirpanan gihê diçinin.

Ji ber zivistana dirêj dikişîne heywandar kêmzêde 6 mehan heywanên xwe di hundir da xweyî dikin, nika jî ji bo alifê pez û dewarên xwe bidin ser hev dest gihaçinînê kirin û ew ê bi rojan vî karî bidomînin.

Gundî bi derketiya rojê diçin mêrgan dest bi çinîna gihê dikin û hetanî êvarê karên xwe didomînin.

Gihayê tê çînin ji bo hişk bibe û di gurz, balye û xiroman da nerize çendekî li erdê dimîne. Gundî piştî vê gihayê xwe dixin gurz, xirom an jî balye û li nêzî gund didin ser hev û dixin lod. Gihayê zêde bimîne jî difroşin û pê debara xwe dikin.

Gencay Demirê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo alifê zivistanê ji niha va amadehiyan dikin û alif didin ser hev.

Demir destnîşan kir ku dema giha tê asta çinînê dest pê dikin diçinin û wiha pê da çû: "Em pêşiya mêrgan diçinin, wan dixin balye û bi traktoran dikişînin dixin lod. Înşallah em ê demekê şûnda jî dest bi zevîçinînê bikin û ceh û genimê xwe biçinin. Gihaçinîn bi qasî hefteyekê dewam dike. Ji ber destê sibê hetanî êvarê em dixebitin. Ji mêrga ku me çinîbû û îro gihayê wê dikişînin 120-130 balye derketin. Em bi traktor û quweta milan va gihê dikişînin û dixin lod."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın