Hüseyin Demirci
02 Hezîran 2023•Rojanekirin: 07 Hezîran 2023
Li Sariqamîşa navçeya Qersê welatiyan di nav daristanan da dest bi berhevkirina karokan kir.
Karokên li qadên daristanî yên wek Mescîtlî, Sûlûdere û Xandereyê ku raqima wan 2 hezar û 500 e hêşîn dibin, her sal gorî baranê di nav meha gulan û hezîranê da tên berhevkirin.
Kiryarên li navçeyê kîloya karokên nûberhevkirî di navbera 150 û 200 lireyî da û ya ziwakirî jî di navbera 500 û 550 lireyî da dikirin.
Abdulkadîr Aykunê ku karokan ji gundiyan dikire daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew karokên di nav daristanan da digihêjin ji şêniyên herêmê dikirin û wiha domand: "Îsal ji ber ku baran zêde bû karok jî zêde ne. Li seranserê Tirkiyeyê û li Sariqamîşê jî gelek karok derketin. Li gor sala par bihayê wê nêvî nêvî daket lê gundiyên me heta ku vala bisekinin diçin û berhev dikin û tînin. Em jî dikirin û ev bi kêrî wan jî tê."
Hakan Koseyê karokan berhev dike jî got ku bi derketina tavê karokan jî serî da û wan jî dest bi berhevkirinê kir û wiha domand: "Ji bo me jî bi kêr tê. Înşallah em ê hê gelekî berhev bikin."