Mesut Varol
02 Hezîran 2023•Rojanekirin: 07 Hezîran 2023
Bi xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va milyonek metrekûp herî û çartiq ji binê Gola Wanê hat derxistin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariyê, projeya paqijkirina Gola Wanê ya ji gemarê ya ji bo ku ji nifşên nû ra bimîne, didome.
Ekîban par di çarçoveya etaba 1em a projeyê da paqijkirina herî û çartiqa qeraxê Taxa Îskeleyê ya Tûşbayê temam kirin û niha jî xebatên etaba 2yem a qeraxa navbera Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê û Parqa 15ê Tîrmehê ya Îskeleyê û etaba 3yem a qeraxa Parqa Yaşar Kemal a li navçeya Îpekyoluyê didomînin.
Di kordînasyona Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Xwezayê da 80 personel bi 75 makîneyên kar va xebatên xwe didomînin û di vê çarçoveyê da milyonek metrekûp herî û çartiq ji binê golê hat derxistin.
Hedefa projeyê ew e ku ji qeraxê golê yê bi qasî 14 kîlometreyan dirêj 2 milyon û 700 hezar metrekûp herî û çartiq were derxistin.