Jiyan

Li Qersê hewa sar e û qiravî çêbû

Hüseyin Demirci  | 30.11.2025 - Rojanekırın : 02.12.2025
Li Qersê hewa sar e û qiravî çêbû Hüseyin Demirci

Kars

Li Sariqamîşa navçeya Qersê hewa sar e û qiravî çêbû.

Li navçeyê germahiya hewayê ya bişev di binê sifirê da heta 5 pileyan kêm bû.

Paceyên wesayîtan, dar û beran qiravî girt.

Hin welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.

Qismeke mezin a Çemê Îznozê qeşa girt.

Ji welatiyan Turku Doga Demirciyê got hewa zêdetir bi şev sar dibin û wiha axivî: "Dema em serê sibê rabûn her der, wesayît, paceyên malan û av qerisîbûn. Bi şev hewa zêde sar dibe. Germahiya hewayê di binê sifirê da heta 5-6 pileyan kêm dibe. Berf li Sariqamîşê tê, xweş e. Hêvî dikim di demeke nêz da berf bibare. Em benda berfê ne."

Li herêma daristanê ya Komdereyê dîmenê xinzîrekî ku li eraziyê, xwarin dixwar hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın