Hüseyin Demirci
15 Adar 2025•Rojanekirin: 18 Adar 2025
Li Qersê bi germbûna hewayê ra jiyana kovî dîsa bi heywanên çolê şên dibe.
Li bajêr piştî ku germahiya hewayê heya 10 pileyî derket, tebîet bere bere zindî dibe.
Bi germbûna hewayê ra jiyana kovî dîsa bi heywanên çolê şên bû.
Li Çemê Qersê werdekên kovî li xwarin û xurekê geriyan û li navçeya Sariqamîşê jî li deverên bilind rovî derketin nêçîrê.