Hüseyin Demirci
20 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2022
Li daristanên Sariqamîşa navçeya Qersê berhevkirina şîlanan yên ku zivistanê jê reçel û marmelat tê çêkirin, dest pê kir.
Welatiyên navçeyê li daristana Zozanê Soganliyê ya li herêma Kizilçubuka ku bilindahiya wê 2700 mêtro ye şîlan berhev kirin.

Şîlanên tên berhevkirin hefteyekê li cihekî hênik tên zuhakirin. Paşê tên kelandin û pê reçel û marmelat tê çêkirin.
Hin welatî kîloya reçel û marmelatê ji 25 lireyan difroşin û pê debara xwe dikin.

Merve Agbabaya şîlanan berhev dike ji nûçegihannê AAyê ra daxuyand îsal şîlan bibereket in û wiha axivî: "Em ê înşallah bi şilanan va reçel, marmelat û ava wê çêbikin. Şîlan ji hêla vîtamîna Cyê pir dewlemend e û bifeyde ye."
Şener Agbaba jî got ew bi malbatî şîlanan berhev dikin, pê şerbetê jî çêdikin ku tehma şerbetê pir xweş e.