Sidar Can Eren,Anıl Aydın,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci
26 Mijdar 2022•Rojanekirin: 28 Mijdar 2022
Li Qers, Tuncelî û Erdexanê ji ber berf û mijê di jiyana rojane da zehmetî çêbûn.
Li Qersê rijnebarana ku duh dest pê kiribû û car caran dibariya li deverên bilind ciyê xwe ji berfê ra hişt. Deverên bilind ên li bajêr çîl û spî bûn û ji ber mija ku ket erdê jî mesafeya dîtinê kin bû û şofêrên di rê da zehmetî kişandin.
Li navenda navçeya Sariqamîşê stûriya berfê 10 santîm û li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê jî 15 santîm hat pîvandin.
Dar û ber di nav berfê da man û welatiyan jî berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin. Ekîbên Midûriyeta Herêma 18mîn a Rêbejê jî berfa li ser rêyan paqij dikin.
Ji welatiyan Fatîh Koçak got ku ew serê sibehê rabûn û dîtin ku erdê berf girtiye û wiha domand: "Her alî çîl spî bû û em hêvî dikin dewama wê hebe."

- Erdexan
Li Erdexanê ji ber berfê di çûn û hatina wesayîtan da zehmetî çêdibe. Li deverên bilind ên bajêr berf heye û tesîra herî zêde jî niha li ser rêyên di navbera Erdexan-Şavşat û Erdexan-Posofê da ye.
Ji ber berf û cemed girtinê hişyarî hat dayîn ku bila ajokar bi baldar bin.
- Tuncelî
Li deverên bilind ên Tunceliyê jî berf heye û stûriya berfê li navçeya Pulumurê ser rêya Ovacix-Xozatê texma Karaoglan qasî 10 santîm e.
Ekîbên rêpaqijkirinê li wê herêmê dixebitin û deverên berf lê heye paqij dikin.