Hüseyin Demirci,Anıl Aydın
24 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2025
Li Qers û Erdexanê di sir û seqemê da bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqiyan, rûyê gol û robaran cemed girt.
Li Sarîqamişa navçeya Qersê bi şev germa hewayê 10 pile di binê sifirê da hat pîvan, dar û beran qiravî girt û bi baniyan va şembelîlk daliqiyan.
Şêniyên navçeyê betanî li wesayîtên xwe wer kirin ku ji sermayê biparêzin, esnafên sûkê jî qût da çûkan.
Ji welatiyan Avnî Yavuz diyar kir ku hewa sar e û wiha dewam kir, "Divê welatiyên me di sir û sermayê da heywanên kuçe û kolanan û teyr û tilûran ji bîr nekin."
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Bi şev germa hewayê 7 pile di binê sifirê da hat pîvan û cemed çêbû.
Hin golên piçûk û robarên bajêr cemed girtin.