Jiyan

Pişîkên Wanê yên tên parastin îsal 120 têjik anîn

Prof. Dr. Abdullah Kayayê Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pişîkên Wanê ya YYUyê: "Ji van 120 têjikan 100 wekî têjikên orjînal hatin nirxandin. Ji van 100 têjikan jî 15 jê yekçav in"

Yılmaz Kazandioğlu  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Pişîkên Wanê yên tên parastin îsal 120 têjik anîn Yılmaz Kazandioğlu

Van

 Pişîkên ku li Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pişîkên Wanê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) di Vîllaya Pişîkan da tên parastin, îsal 120 têjik anîn.

Xebatên parastina neslê Pişîka Wanê berdewam in ku bi hestiyarî, mirovdostî, pirça spî ya hevrişmî û rengên cuda yên çavên xwe va derdikeve pêş.

Hejmara pişîkên Wanê yên ku nêzîkî forma orjînal in bi xebatên li navendê va tên zêdekirin.

Li navendê her wisa projeya dîtina xwediyan ji bo pişîkan berdewam e û bi zayînên partiya sêyem va hejmara pişîkan îsal derket 120an.

Prof. Dr. Abdullah Kayayê midûrê navendê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku pişîkên li navendê salê sê caran dizên.

Kaya bal kişand ku bi temambûna sezona sêyem a zayînê va 100 jê orîjînal 120 têjik çêbûn û wiha dewam kir, "Di sala 2025an da me ji makên em fikirîn orîjînal in me 40 jê dan cotkirin û me ji van nêzîkî 120 têjikî bi dest xistin. Ji van 120 têjikan 100 wekî têjikên orjînal hatin nirxandin. Ji van 100 têjikan jî 15 jê yekçav in. Pişîkên em jê ra dibêjin yekçav ew pişîk in ku çavekî wan turkuaz yê din karîbar in û ew jî tê wateya dewamkirina qelîna nesla wan. Lewra ew pir kêm dizên û li navendê hewl tê dayîn ku ev bên zêdekirin."

Kaya destnîşan kir ku li welêt eleqeya ji bo pişîkên Wanê sal bi sal zêdetir dibe û ji her derê Tirkiyeyê heywanhez xwe digihînin wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.