Nihat Kavşut
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
KARS
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî ku li ciyên bilind berf barî serma û seqem ket.
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê çiyayê Eledaxê yê hezar û 600 mêtro bilind e û çiyayê Sipçakê yê hezar û 700 mêtro bilind e bi berfê xemilî.
Li navenda Qersê germahiya hewayê di bin sifirê da heta 10 pileyî dikeve û serma û seqem heye.
Li bajêr ji ber serma û seqemê çemê Acisuyê cemed girt û gavan di serma û seqemê da dewarên xwe li ser çêm av didin.
Li bajêr ji ber serma û seqemê jî dimênên balkêş derketin holê. Roviyek li ser zeviyan derket nêçîra mişkan. Nûçegihanê AAyê wêneyên roviyê ku derket nêçîra mişkan kişand. Wek mayîn samorîk jî li ser daran gûzikan dixwin.