Li Pulumura navçeya Tunceliyê bihustek berf ket

Tunceli
TUNCELÎ (AA) - Li Pulumura navçeya Tunceliyê qalindahiya berfê bû 15 santêm, ekîbên paqijkirina berfê dest bi pqaijkirina rê û dirban kirin.
Li bajêr çendeke şilî dibarî û bi sermeyê va vegerande berfê.
Li Pulumur û gundan berfa ewil a demsalê barî, daristan û tebîet çîlsipî bû.
Li hin ciyên navçeyê qalindiya berfê ji bihustekê derbas bû, bi taybetî li texma Canqurtaranê ya li ser rêbejaya Tuncelî-Erzincanê ji ber mij û bagerê ajokar di tengasiyê da man.
Li herêma li 2 hezar bilindiyê ekîbên Şeftiya Şaxa 86an a Rêbejayê ji bo tengasî dernekevin xebatên xwe didomînin.
Bedrî Kiziltoprakê personelê Şeftiya Şaxa 86an a Rêbejayê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li bajêr hetanî 15ê nîsanê xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.