Jiyan

Li Nizîpê berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Li Nizîpa navçeya Gazîentabê berhevkirina zeytûnan dest pê kir ku ewê mehekê dewam bike - "Em îsal bendê ne ku zetûn zêde bin. Berhevkirina wan ji bo karkerên me jî dibe debar."

Türkan Tosun  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 03.12.2020
Li Nizîpê berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Gaziantep

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li Nizîpa navçeya Gazîentabê ya ku 3 milyon darên zeytûnan lê heye berhevkirina zeytûnan dest pê kir.

Li navçeyê her sal hejmara darên zeytûnan û zeytûnên tên berhevkirin zêde dibe.

Piştî ku baranê jî dest pê kir û zeytûnan rûn girtin cotkaran dest bi berhevkirina zeytûnan kir ku ewê mehekê dewam bike.

Karker serê sibê şeveqê radibin û diçin nav darên zeytûnan û wan berhev dikin.

Şaredarê Nizîpê Mehmet Sari ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî fistiqên Entabê zeytûn jî li navçeyê gelekî navdar e û wiha axivî: "Li navçeya me ya Nizîpê li ser qadeke 145 hezar dekarî qasî 3 milyon darên zeytûnan hene. Ji wan hinekan zeytûn û ji hinekan jî rûnê zeytê tê hildan. Em îsal bendê ne ku zetûn zêde bin. Berhevkirina wan ji bo karkerên me jî dibe debara aboriyê."

- Cotkar û karkeran behsa berhevkirina zeytûnan kir

Dogan Aslanê baxçeyê wê yên zeytûnan heye got ew serê sibê di dora saet 6an da dest bi kar dikin û wiha axivî: "Em karkerên xwe ji mala wan hildidin û tên li zeviyê bi hev ra taştê dixwîn. Ev karekî zehmet e, lê em mil didin hevdu û bi hev ra zeytûnên xwe berhev dikin."

Karker Ahmet Gurkan jî got ew heta roj diçe ava dixebitin û wiha dewam kir: "Li vir wezîfeya her kesî cuda ye. Hinek zeytûnan berhev dikin, hinek wan zeytûnên hatine berhevkirin dicivînin cem hevdu. Li Nizîpê em zeytûnan yek bi yek berhev dikin. Ji bo darên zeytûnan zirarê nebînin em tirmix û daran bi kar naynin. Em wiha dixebitin."

Karker Sahra Gulê jî got ew bi zehmetî lê bi hezkirin karê xwe dikin û debara mala xwe jê peyda dikin.

Ahmet Uygurê karê çêkirinû firotina rûnê zeytê dike jî anî ziman ew ji cotkaran zeytûnan dikire û paşê bi alîkariya makîneyan di nav 3 mehan da ji wan zeytûnan rûn çêdike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın