Hemin Hüseyin
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
DIHOK
Li Herêma Kurdistana Iraqê demsala komkirina zeytûnan ji meha îlonê heta nîvê çiriya paşîn berdewam dike û heta ku dikeve ser dezgehên bazaran di gelek qonaxan re derbas dibe.
Dara zeytûnê ku her daîm kesk e û ji quntarê çiyayan û qiraxê diyarak dike û temenê wê jî heta bibêjî bes dirêj e. Dara zeytûnê di kitêbên pîroz de jî derbas bûye û ji xeynî sûda wê ya aborî fêdeyeke wê ya baş ji sihhetê re jî heye.
Li Zaxoya ser bi wîlayeta Dihokê ku dikeve sêgoşeya Tirkiye, Sûriye û Herêma Kurdistanê werzê berhevkirina zeytûnan hatiye û xebatkarên ku piranî ji penaberan pêk tên rojane 8 seetan ji daran zeytûnan kom dikin.
Xebatkarên berhevkirina zeytûnan behsa wê yekê dikin ku di werzê payîzê de rojane 8 seetan dixebitin. Ew dibêjin zeytûnan ji daran vedikin û dixin kîsikên naylon.

Li baxekî gundê Şinav ser bi nahiyeya Îbrahîm Xelîl a Zaxoyê, penaberên Şengalê zeytûnan berhev dikin.
Xebatkarê bi navê Xalid Ziyab ku ji Başîkê koçî Zaxoyê kiriye, digel penaberên Şengalê û herêmên din ên Iraqê di nav vî baxî rojane 8 seetan xwîdanê dirijîne.
Xalid Ziyab ji peyamnêrê AAyê re wiha behsa rewşa xwe kir:
"Em karê berhevkirina zeytûnan dikin. Ji bo her tenekeyekê em hezar û 500 dînarî wek heqdest werdigirin (1,2 dolar ). Pereyê ku dikeve destê me roj bi roj diguhere. Eger em zêdetir bixebitin bêguman dê dahateke baştir bikeve destê me."

Qonaxa komkirin û çêkirina zeytûnan Xalid wiha behs kir:
"Em pêşî zeytûnan ji daran vedikin. Piştre tê şûştin û paqijkirin. Taliyê em dixin nav avê. Hin caran 6 an jî 7 mehan dimîne û dawiyê jî li bazaran tê firotin. Yên ku dikirin jî li gor dilê xwe çêdikin."
Li ser cureyên zeytûnan jî Xalid got çeşîdê ku ew kom dikin zeytûnên sor in, lê belê zeytûnên berî baş li nahiyeya Başîkê ne.

Ji aliyekî din ve tirşîfiroşê bi navê Zorab Hacî Nadir jî got tirşiya zeytûnan jî pir xweş çêdike û wiha axivî:
"Tirşî ji tirozî, xiyar, kelem, qernebehar û sêvê çêdibe. Lê tirşiya zeytûnan jî pir xweş çêdibe. Zeytûn ji nîvê meha 9an heta nîvê meha 11an tê berhevkirin. Piştre bo xwarinê tê bikaranîn û dibe rûn jî."
Ji bo îdxalata zeytûnan jî Hacî Nadir diyar kir ku halê hazir daxwaz li ser ên Tirkiyê ye, feqet bihayê wan ji yên din girantir e. Herwiha got ji Spanya, Misir, Yewnanistan, Sûrî û Îtalyayê jî zeytûnan hawirde dikin.
Der heqê zeytûnên Başîkê de jî wiha agahî da:
"Navçeya Başîkê ku dikeve rojhilatê Mûsilê, yek ji wan cihên bi nav û deng e di warê zeytûnan de. Zeytûnên wê deverê bo hemû Iraqê tên dabeşkirin."