Jiyan

Jinên li Arpaçayê milê xwe dikin milê hev û ji hev ra nan li tendûrê dixin

Li Arpaçaya navçeya Qersê ku demsala zivistanê lê bi zor û zehmetî derbas dibe jinên li gundan di du sê hefteyan carekê da kom dibin û di carekê da ji bo hev nan li tendûrê dixin.

Abdullah Tel  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 04.12.2020
Jinên li Arpaçayê milê xwe dikin milê hev û ji hev ra nan li tendûrê dixin

Kars

 Li gundekî Arpaçaya navçeya Qersê jinên milê xwe kirin milê hev bi salan e di nav du sê hefteyan carekê da tên bal hev û ji bo hev nan li tendûrê dixin û hewcedariya wan bi firneyê namîne.

Zivistan li alî Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi zor û zehmteî derbas dibe û bajarên li herêmê jî ji vê zehmetiyê bêpar namînin. Niha ji ber ku şewba Kovîd-19ê jî heye welatiyên li gundên navçeyên Qersê dijîn heya mecbûr nebin nayên sûkên navendê. Ji bo ku pêwîstiyên xwe yên sereke jî hel bikin alîkariya hev dikin.

Li gundên berf lê zêde dibare û zivistan bi zehmetî derbas dibe jinan di nav xwe da pergala alîkariyê ava kirine û carê karê yekê hel dikin. Jin havînê kom dibin çêkirina rîçalê di serî da bo gelek amadehiyên zivistanê alî hev dikin. Jinên ku havînê alî hev dikin dema dibe zivistan jî destê hev bernadin û di du sê hefteyan da carek tên bal hev, hevîrê xwe dikin û nan li tendûrê dixin.

Gundê Kuyucaka ser navçeya Arpaçayê ye ev kevneşopiya di nav gundiyan da bi salan e dewam dike û ew ji havînê da arê xwe amade dikin û dema zivistanê jî ji bo sivikirina barê hev milê xwe dikin milê hev.

Jinên li gund hevîrê xwe naşînin firneyê û nanê firneyê jî nakirin lewra ew li mala kesa ku nanê wê qediyaye tên bal hev, li gor rê û rêzikên mesafeya civakî rûdinên, hevîrê xwe dikin, tenûra xwe da didin û bi qasî lazim dike nan lê dixin û paşê jî herkes berê xwe dide mala xwe.

jinên ku alî hev nan lêdixin bo rojek du rojan na bo du sê hefteyan nan lê dixin û heltînin.

Ji şêniyên gund Sevîm Aydinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di demên germ da ew her hefte tên bal hev, nan lê dixin lê ji ber ku zivistanê hewa sar dibe û zehmetî zêde dibin ew du sê hefteyan carek tên bal hev û di yek carekê da bo herkesî nan lê dixin.

Aydinê destnîşan kir ku 40 sal e nanê xwe ew bi xwe çêdike û wiha domand: "Zivistanê lêxistina nan zehmet e û ji ber vê jî em alî hev dikin."

- "Ji bo barê me sivik bibe em bi cîranên xwe ra alî hev dikin"

Ji şêniyên gund Ayten Kaplanê jî diyar kir ku ji bo nan lêxistinê ew hat alîkariya cîrana xwe û wiha domand:" Dema em ji bo zivistanê amadehiyan dikin karê me zêde ye û bo barê xwe sivik bikin em alî hev dikin. Li Qersê ji bo ku zivistan tevî şevên xwe yên dirêj bi rihetî derbas bibe divê em ji niha va amadehiyên xwe baş bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın