Jiyan

Li Mûşê jinên li gundan dijîn "barê heyatê" hildigirin

Nihat Kavşut  | 17.10.2020 - Rojanekırın : 18.10.2020
Li Mûşê jinên li gundan dijîn "barê heyatê" hildigirin İbrahim Yaldız - Anadolu Ajansı

Muş

 Li Mûşê jinên li gudan dijîn him karên nav malê dikin û him jî di xwedîkirina heywanan da alîkariya mêrên xwe dikin.

Jinên li gundan şeveqê zû şiyar dibin, taştê didin zarokên xwe, wan dişînin dibistanê, piştî ku mêrên xwe jî verê dikin dest bi karên nav malê dikin û li berê jî di xwedîkirina heywanan da alîkariya mêran dikin.

Li gundan jin nîvro nan li tendûrê dixin û heta êvarê jî ji bona şîvê xwarinê çêdikin, beravê dikin û firaqan dişon.

Li Mûşê jinên li gundan dijîn "barê heyatê" hildigirin

Li Mûşê jinên li gudan dijîn him karên nav malê dikin û him jî di xwedîkirina heywanan da alîkariya mêrên xwe dikin. ( İbrahim Yaldız - Anadolu Agency )

- "Heyata li bajêr û li gundan mîna hev nîne"

Bîlge Toksuna dayika çar zarokan e û li Şêxûsiva (Boyuncuk) gundê navenda bajêr dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku him zarokên xwe xwedî dike û him jî karên nav malê dike.

Toksunê diyar kir ji şeveqê heya êvarê karên curbecur dikin û wiha got: "Şeveqê zû taştê didim zarokan û wan dişînim dibistanê. Peyra mêrê min diçe kar û wî verê dikim. Heywanan didoşim. Nan li tendûrê dixim. Li ber ra jî firavîn û şîvê hazir dikim. Li zarokan mêze dikim. Em heywandariyê dikin. Heyata li gundan zor e, lê xweşiya wê jî heye. Mêrê min li navneda bajêr dixebite û ez jî li gund dixebitim. Jinên li gundan zehf dixebitin. Heyata li bajêr û li gundan mîna hev nîne. Dîsa jî em bextewar in û heyata xwe derbas dikin. Ji bona destekê bidin mêrê xwe çi ji destê me were em dikin."

- "Emrê me bi xebatê derbas dibe"

Ayten Toksuna ku heft zarokên wê hene diyar kir zemanê me bi kirina karên zor û dijwar derbas dibe.

Toksuna destnîşan kir heyata li gundan zehmet e û wiha axivî: "Heyata li gund zor, lê dîsa jî xweş e. Em bi heywandariyê debara xwe dikin. Ez jî alî wî dikim. Em ji şeveqê heya êvarê dixebitin. "Emrê me bi xebatê derbas dibe."

Sîbel Toksuna çar zarokên wê hene jî destnîşan kir heyata li bajêr û li gundan mîna hev nîne û wiha peyivî: "Dîsa jî ez ji gundê xwe hez dikim. Mêrê min di înşeatan da dixebite û heywana xwedî dike. Ez alî wî dikim û em barê heyatê hildigirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın