Sabri Yıldırım
23 Adar 2025•Rojanekirin: 24 Adar 2025
SABRÎ YILDIRIM - Li Mûşê jinên ku beşdarî qursa Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel dibin, li wir bi çanda berê hînî çêkirina lihêfan dibin.
Çêkirina lihêfan a ku bi sedsalan bi destê hoste û şagirtan dewam dikir, her ku diçe kêm dibe.
Li Mûşê 2 hosteyên ku bi salane vî karî dikirin ji ber sedemên cuda dev ji karê xwe berdan.

Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel ji bo pîşeyên ku hindik maye ji holê rabin dîsa zindî bike, xebatan dike ku di vê çarçoveyê da qursa çêkirina lihêfan da destpêkirin.
Qasî 12 jin beşdarî vê qursa ku li Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Qîzan hatiye vekirin bûn û li wir hînî çêkirina lihêfan dibin.

Hîndekar Ayşe Tanê got jin eleqeyê nîşanî vê qursê didin û wiha axivî: "Qurs qasî 2 mehan dewam dike. Ji ber ku li Mûşê zivistan gelekî dijwar e, lihêfên ku ji hirîyê hatine çêkirin bêtir tên xebitandin. Piştî ku lihêfên li fabrîqeyan tên çêkirin derketin holê, lihêfên hirî êdî ber bi jibîrkirinê va diçin. Ji bo ku em vê pîşeyê zindî bihêlin me qursek vekir."
Tanê got ew ji gundiyan hiriyê dikirin, paqij dikin û paşê pê lihêf, balgî û doşegan çêdikin ku jin bi vî awayî hem çêkirina wan hîn dibin û hem jî bi firotina wan pê debara xwe dikin.
Hulya Adiyamana ku beşdarî qursê bûye jî got piştî ku ew hînî çêkirina lihêfan bibe, ewê ji xwe ra kargehêkê veke.
