Fatih Gazioğlu
22 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2018
MUŞ
Li Mûşê di çarçoveya "Projeya Cotkarên Ciwan" da 310 dewar dan 62 cotkaran.
Ji bo dana dewaran li Bazara Heywanan a Şaredariya Mûşê peşk hat avêtin.
Midûrê Çandinî û Daristanan yê Bajêr Mehmet Aydin got ku wan ji bo van projeyan heta niha 24 milyon 500 hezar lire pere xerc kiriye û wiha axivî:
"Me li bajêr sala 2018an di çarçoveya "Projeya Cotkarên Ciwan" da 310 dewar dan 62 cotkarên xwe. Ji dewaran hinek conegeyên 9-15 mehî ne. Heywanên gelekî bi bereket in. Piranî heywanên doşanî ne. Me xwest em piştgiriyê bidin cotkarên xwe."
Wekîlê Serokê Odeya Ziraetê Selman Işik jî got ku ev proje 3 sal e di rewacê de ya û gelekî bi kêrî cotkaran hatiye.