İbrahim Yaldız,Servet Taşdemir
05 Adar 2025•Rojanekirin: 06 Adar 2025
Li Mûş û Bidlîsê ji ber mij û sermayê mesafeya dîtinê daket û baniyan şembelûk girtin.
Li Mûşê piştî barîna berfê germahî şikest û serê sibehê jî mij derket.
Li bajêr mesafeya dîtinê heya 10 metreyan daket û lewma ajokaran bi baldarî wesayîtên xwe ajotin.
- Bidlîs
Li Tetwana navçeya Bidlîsê ji ber sir û seqemê, baniyên avahiyan şembelûk girtin.
Li navçeyê sermaya ku li dû berfê çêbû, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Her wiha li navçeyê li ser kuçe û kolanan cemed çêbû.
Navçeya bi mij û dûman û her wiha Gola Wanê ya keviyên wê bi berfê spîçîl bûne, dîmenên sipehî derxistin holê.