
Muğla
Li Seydikemera navçeya Muglayê li qada daristanê şewat derket.
Li Taxa Kabaagaçê ya ser Seydikemerê agir bi daristana nêzî gund ket, agir di kurtedemekê da bi bandora bayê ra belav bû.
Midûriyeta Daristanê ya Herêma Muglayê li ser agahdarkirinê bi wesayitên esmanî mudaxeleyî şewatê kir. Hejmarek zêde arazoz û ekîbên agirkujiyê jî ji bejayê va midaxeleyî şewatê dikin.
Ekîb ji bo vemirandina agir, ji hewa û bejayê va xebatê didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.