Li Şirnexê 2 TIRên ku ajovanên wan birayê hev bûn lihev qelibîn, birayê mezin mir û yê biçûk birîndar bû

Şırnak
Li Cizîra navçeya Şirnexê di encama li hevqelibîna 2 TIRên ku ajovanên wan birayê hev bûn da, birayê mezin mir û yê biçûk birîndar bû.
TIRa bi plaqeya 23 AAF 502 ku Mehmet Bilen (43) dajot, li taxa Cumhuriyetê, li pêşiya xala Polîs a Bozalanê ya li ser rêya Şirnexê li TIRa bi plaqeya 73 DT 944 ku ajovanê wê birayî wî Fidail Bilen (33) bû qelibî.
Herdu wesayit bi bandora qezayê xijiqîn û li bariyera beton qelibîn û rawestiyan.
Li ser îxbarê ekîbên Tendirustiya Acil a 112ê, îtfaiye û polîs sewqî cihê bûyerê kirin.
Di qezayê da Mehmet Bilen bi giranî, û birayê wî Fidail Bilen bi sivîkî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattin Cizrelioglu ya Cizîrê.
Mehmet Bilen tevî hemî midaxeleyên li nexweşxaneyê nehat rizgarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.