Volkan Kaşik
28 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 02 Tebax 2022
Li Taxa Koruyê ya Arapgîra navçeya Meletiyê hin jin dîwarên mala xwe bi destan dineqişînin.
Jinên şêniyên taxa 20 kîlometre dûrî navenda navçeyê, kevneşopiya neqişandina bi tiliyan a dîwarên malê didomînin.

Di çarçoveya vê xebata giran da jin dîwarên malê pêşiyê bi heriyê siwax dikin û dû ra reçîneya darên behîvan di hewangê da dikutin û di beroşekê da dikelînin. Jin reçîneya kelandî mîna vernîkê bi dîwarên bi heriyê siwaxkirî dihesikînin û ji bo ku ziha bibe jî çend rojan disekinin. Jin herî dawî jî qatekî din di ser reçîneya zihakirî ra derbas dikin, gilê û gilçikên li ser dîwar jê dibin û bi tiliyên xwe dîwar dineqişînin.

Gulten Coşkuna 47 salî ya li Taxa Koruyê dijî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, karê neqişandinê yê ku ew ji pîrika xwe fêr bûn, vê gavê bi tenê du kes didomîne.
Coşkunê got ku ew vê miemeleyê hem ji bo parastina dîwarên malê û hem jî ji bo ku dîwar xweşik bixuyên, dikin.