Sabri Yıldırım
03 Tebax 2024•Rojanekirin: 04 Tebax 2024
Li Mûşê li aşên ku cotkarên amadehiya zivistanê dikin ji bo hêrandinê genimê xwe dibinê dor heye.
Welatiyên ku amadehiyên zivistanê dikin arvana ku dê jê nanê xwe çêkin tînin aşan û dihêrin.
Aşvan Ercan Korkmaz got ku îsal ji ber şiliyê ber û bereketa genim baş e.
Korkmaz got ku dirûna genim dewam dike û got ku "Li gor par karê me ji sedî 35 zêde bûye. Em bi şev û roj dixebitin. Em rojan biqasî 20 ton genim dihêrin. Em ji bo hêrana tonekî genim 1200 lire distînin."
Cotkar Cemal Kizilsoy jî got ku "Em li gundan piranî nanê tendûrê dixwin. Em ji bo ku nanê tendûrê pê çêbikin her sal tonekî genim tînim û dihêrim. Li aşê dor heye."