Türkan Tosun
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
MUŞ
Walîtiya Mûşê ji ber meha muherremê ji 3 hezar kesî re eşûre belav kir.
Li ber walîtiyê bernameyek hat lidarxistin û dia hat kirin.
Piştî dia Walî Azîz Yildirim eşûre belavî welatiyan kir.
Yildirim got dema eşûre tê çêkirin gelek xurek tevlihev tên kirin û tahmeke xweş derdikeve holê û wiha axivî: "Ji bo ku di nav welatiyên me de tahmeke xweş bê bidestxistin, em eşûreyê wek sembol dibînin."
Feyat Asyayê Şaredarê Mûşê û midurên saziyê jî di bernameyê de eşûre belav kirin.