Jiyan

Li Kelha Pertekê ya dîrokî kafe û restoran tên çêkirin

Li derûdorê Kelha Pertekê ji bo ku zêdetir turîst herêmê ziyaret bikin kafe û restoran tên çêkirin

Fatih Gazioğlu  | 03.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
Li Kelha Pertekê ya dîrokî kafe û restoran tên çêkirin

Tunceli

Xebatên ji bo Kelha Pertekê ya ku di nav sînorê bajarê Tunceliyê da ye didomin. Li derûdorê kelhê ji bo ku zêdetir turîst herêmê ziyaret bikin kafe û restoran tên çêkirin.

Kelha Pertekê li ser Bendava Kebanê ya ku ji Çemê Muradê hatibû avakirin cî digire. Piştî Bendavê Kebanê di sala 1974an da dest bi fealiyetê kir, Kelha Pertekê wek girav li ser bendavê ma. Her sal gelek turîstên xumalî û biyanî bi ferîbotan kelhê ziyaret dikin.

Qaymeqamê Pertekê Muhammed Emîn Nasir daxuyanî da nûçegihanê AA û got ku Kelha Pertekê ji bo turîzma herêmê gelekî girîng e û wiha axivî:

"Kelha Pertekê ji ferîbotên ku di navbera Elezîz û Pertekê rêwiyan tinîn û dibin jî tê dîtin. Ji bo ku zêdetir turîst herêmê ziyaret bikin, em niha li derûdorê kelhê kafe û restoranê çêdikin. Proje wê di demeke kin da xilas be. Ev proje di dema Arîf Gulê Qaymeqamê navçeyê yê berê hatibû amadekirin. Waliyê me Tuncay Sonel jî piştgiriyê dide projeyê."

Nasir got ku xebatên li kelhê di çarçoveya projeyê da dewam dike û wiha axivî:

"Piştî ev proje temam bû ez bawer im ku turîstên tên herêmê wê zedetir bin. Li herêmê ji bilî Kelha Pertekê, Mizgefta Sungur Beg, Mizgefta Çelebî Axa, Tirbeya Siltan Xidir û Kelha Saxmanê bala turîstan dikişîne. Em ê li ser sporên avê jî hin çalakiyan organîze bikin. Wê çaxê Pertek wê di warê turîzmê da were ciyekî hê baştir."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın