Li Kahramanmaraş, Meletî û Adiyemanê berf dibare

Malatya
Berfa ku li Kahramanmaraş, Meletî û Adiyemanê dest pê kir bi navber dewam dike.
Li Kahramanmaraşê piştî hewaya sar a ku demek e dewam dikir bi şev berfê dest pê kir û heta sibehê bandora wê dewam kir.
Berf li cihên bilind ên bajêr û navçeyên Goksun, Elbistan, Çaglayancerît û Nurhakê lê kir.
Ekîbên têkoşîna dijî berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin û Şeftiya Şaxa 55emîn a Rêbejan ji bo ku rê neyên girtin xebat dan destpêkirin.
- Meletî
Li Meletiyê berfa ku bi navber dewam kir bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Berfa ku li bajêr danê sibê dest pê kir bi navber dewam dike û ekîbên cendirme û polêsan hember neyiniyên muhtemel e ku li rêyan çêbin li xaçeriyan amade disekinin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li cihên bilind ên bajêr piştî barîna berfê xebatên avêtina berfê û vekirina rê dan destpêkirin.
Navçeya Darendeyê piştî berfa barî spîçîl bû. Welatiyan di nav berfê da wêne kişandin.
- Adiyeman
Li Çelîkxana navçeya Adiyemanê berfa ku sibehê dest pê kir navçe bi spî xemiland.
Li navçeya ku sitûrahiya berfê gihaşt 10 santîmêtroyê ji bo ku rê neyên girtin Midûriya Îdareya Taybet û ekîbên şaredariyê xebat dan destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.