Istanbul
Li hin herêmên Stenbolê bi navber baran dibare.
Li Aliyê Ewropayê yê bajêr, li Esenyurt, Beylîkduzu, Kuçukçekmece, Okmeydani, Şîşlî, Fatîh, Zeytînburnu û Beşîktaşê baran bi navber dibare.
Kesên ku baran ji nişkêva ser wan da barî, ji bo ku şil nebin xwe spartin binê avahiyan û rawestgehên otobêsan.
Bi tesîra baranê di rêbeja D-100î da trafîk çêbû û şofêran tengasî kişand.
Li Aliyê Anadoluyê jî li Tuzla, Pendik, Kartal, Maltepe, Kadikoy, Umraniye, Çekmekoy, Beykoz û Uskudarê bi navber baran dibare.
Ji ber baranê li hin herêman jî trafîk çêbû.
Li gor daneyên nexşeya Trafîka ÎBByê li tevahiya bajêr qerebalixiya trafîkê ji sedî 67 hat pîvan.

