Zeynep Rakipoğlu,Alparslan Ermiş,Mehmet Kara
02 Mijdar 2024•Rojanekirin: 03 Mijdar 2024
Li hin deverên Stenbolê ber destê sibehê mij bi bandor bû.
Mija ku ber destê sibehê li hin deverên Stenbolê çêbû, li Umraniye, Silivrî, Kartal û Çekmekoyê û digel Tengava Stenbolê hat dîtin.
Li Umraniyeyê ji ber mija zêde hinek avahî û plaza ji ber çavan wenda bûn.
Li Tengava Stenbolê jî mijê xwe da xuyakirin. Li cihên keviyên derdora tengavê jî ewrên mijê xuya kirin.
Li navenda navçeya Silivriyê jî mijê mesafeya dîtinê kêm kir. Li navçeyê hinek avahî di nava ewrên mijê da man.
Ji ber mijê li hinek herêmên bajêr mesafeya dîtinê gelekî kêm bû, lê ji ber dawiya hefteyê ti pirsgirêk di trafîkê da çênebû.