ERBİL
Li bajarê Hewlêra bakurê Îraqê, di çarşî û bazaran de bereketa danûstandina cejnê tê jiyîn.
Li gelek firoşgehan ji ber cejnê bihayên tiştan hatin daxistin. Ji bilî gelê bajêr, ji herêm û welatên cîran jî gelek kes danûstandina xwe ya cejnê li NDS(Navendên Danûstandinê)yên bajar dikin. Herî zêde jî ber û malên ku ji Tirkiyê diçin tên kirîn.
Bazara Kayseriyê ku bazara Misrê ya li Îstanbolê tîne bîra mirov, di vê cejnê de jî navenda danûstandinê ye. Kesên ku li tahm û çêjên qedîm digerin, dixwazin şekir, loqim û xurmeyan bistînin û vê bazarê tercîh dikin.
Beriya cejnê bazara Niştimanê jî gelek gêre bû. Ji ber ku erzaqên li vir gelek erzan in, bi piranî xort têne vê bazarê.
Esnafan diyar kir ku beriya cejnê ji ber ku firotin zêde bûne gelek kêfxweş in. Li Hewlêrê 2 milyon kes rûdinên. Ji bilî dikandaran di danûstandina cejnê de rûyê etar û îşportevanan jî keniya.
Di bazarên Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal a Îraqê de bi piranî malên Tirkiyê, Îranê û Çînê cih digirin.
Di danûstandina cejnê de herî zêde berên ku ji Tirkiyê diçin, tên firotin.
Ji esnafên bazara Kayseriyê Abdullah Kerîm got: "Ez bi salan e ku li vê derê esnaf im û bi tenê berên ku ji Tirkiyê tên ez difiroşim. Dema ku kiriyar tê û destê xwe diavêje tiştekî dipirse, gelo ev malê Tirkiyê ye yan na? Dema ku dibihîse malê Tirkiyê ye bê guman distîne."
Esnaf Ahmed Mûhammed jî diyar kir ku danûstandina cejnê di 15 remezanê de dest pê kiriye. Qelebalixa bazarê jî piştî 20.00ê êvarê zêdetir dibe.