Önder Beyter
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 29 Nîsan 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê, Dezgeha Kredî û Wargehan a Hîndekariya Bilind (KYK) bi sernavê "Siberoj Mirov dê Çawa Be" semînerek li dar xist.
Li wargeha KYKyê ya li taxa Merzanê, bi destê ramanyar Munîr Arikan semîner hat lidarxistin. Arikan herwiha di pêşkeşiya xwe da li ser faktor û nimûneyan yek bi yek sekinî û qala tesîra wan a li ser siberoja mirov kir.
Gelek xwendekar beşdarî semînera ku armanca wê zexmkirina motîvasyona xwendekaran bi xwe ye, bûn.
Midûrê KYKyê yê Parêzgeha Hekariyê di dawiya bernameyê da plaket da Arikan.