Jiyan

Li Hekariyê liv û tevgera turîzmê

Sayim Harmancı   | 23.06.2022
Li Hekariyê liv û tevgera turîzmê

Hakkari

Hekariya ku aramiya wê hat edilandin, zivistanê bi navenda kaşûnê, havînê jî bi bedewiyên dîrokî û xwezayî va bala bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî dike.

Ziyaretvanên ku van dawiyan bi rêya şirketên tûrê va tên bajêr, eleqeyê nîşanî gol, sûlav, zozan û mekanên dîrokî didin.

Turîst li bajêr Medreseya Meydanê ya dîrokî, Qesra Qaymeyê ya Nehriyê, malên kevir ziyaret dikin û derdikevin Zozanê Berçelanê yê raqim 3 hezar û 300 û her wiha diçin dîtina Geliyê Cenet Cehenemê û Gola Sehîdxanê.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Îdrîs Agacanoglu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li bajêr turîzm timî bi pêş dikeve û bala turîstên xwemlî û biyanî ya ji bo bajêr roj bi roj zêdetir dibe.

Agacanoglu diyar kir ku par di 5 mehên ewil da 44 hezar û 142 turîstî bajêr ziyaret kir û îsal di heman serdemê da ev hejmar derket 56 hezar û 571ê.

Midûrê otêlê Îsa Erkaya jî diyar kir ku îsal eleqeya turîstan a ji bo bajêr zêdetir bûye û wiha dewam kir, "Li otêlên me rêjeya tijîbûnê nêzîkî ji sedî 100 e. Ji vê ne bi tenê otêl qezenc dikin, her wisa hemû esnaf qezenc dikin. Esnaf jî gelê me jî ji ber vê yekê kêfxweş e."

Ozgur Ekizê rêberê turîstan ku ji Aydinê hatiye û acenteya wî heye jî diyar kir ku wan ji bo caran ewil ji bo bajêr tûr li dar xist û wiha dewam kir, "Em hatin bajêr û me pêşdaraz şikênandin. Coxrafiyaya vir pir muezem e. Çiyayên Hekariyê, hêşînahiya wê û Ava Zapê jî têrê dike ku meriv were dîtina bajêr."

Xwezahez Candan Çiraya ku ji Stenbolê hatiye jî diyar kir ku bajêr ji texmîna wan zehftir bedew e û wê, Hekarî pir eciband."


​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın