Jiyan

Ber bi bajarên mezin va şandina heywanên qurbanê dest pê kir

İlhami Erkılıç, Cüneyt Çelik, Abdullah Söylemez  | 23.06.2022 - Rojanekırın : 25.06.2022
Ber bi bajarên mezin va şandina heywanên qurbanê dest pê kir

Erzurum

 Bi nêzbûna Eyda Qurbanê va ji bajarên Erzirom, Qers û Agiriyê pez û dewarên bo qurbanê hatine xwedîkirin ber bi bajarên mezin va tên şandin.

Li Mezata Pez û Dewaran ya li Erziromê bi nêzbûna eydê va tevgerî zêde ye.

Xwediyên heywanan ji bo di qurbanê da bên firotin heywanên xwe tînin bazarê. Hin xwediyên heywanan piştî kontrolkirinê dewarên xwe li qamyonan bar dikin û ber bi bajarên mezin va derdikevin rê.

Serokê Odeya Ziraetê ya Erziromê Îslam Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku ji eydê ra hindik maye û wiha domand: "Xwediyên heywanan ku gelek ked dan û zehmetî kişandin êdî pez û dewarên xwe ji bo firotinê tînin. Niha kontrolên dawîn tên kirin û beytar li wan mêze dikin. Piştî helkirina kêmasiyan ew ji bo sewqkirinê tên amadekirin."

Ji xwediyên dewaran Faruk Selçuk got ku wan seranserê salê dewarên xwe xwedî kirin û wiha domand: "Ji hêla heywanan va kêmasiya me tuneye û em li bendê ne ku welatî bên bazarê. Qurbana ku sala par bi 10 hezar lireyî dihat firotin îsal bi 18 hezar lireyî ye."

Li Qers û Agiriyê jî xwediyên heywanan ku piştî kedek zor û zehmet heywanên xwe gihandin van rojan piştî kontrolkirinên Midûriyeta Çandinî ya Bajêr heywanên xwe li qamyonan bar dikin û ber bi bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere û Bursayê va dişînin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın