Lale Köklü Karagöz
21 Adar 2026•Rojanekirin: 21 Adar 2026
Li Altinozuya navçeya Hatayê du malbatan şer kir û di şer da 3 kes hatin kuştin, 22 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Taxa Keskîncîkê du malbat di rûyê zarokan da bezîn hev.
Bi tevlêbûna eqrebayên malbatan ra her du aliyan bi çek, kêr, dar û keviran va li hev xist.
Di şer da yek jê jin 3 kes hatin kuştin, 22 kes jî birîndar bûn. Tedawiya birîndaran dewam dike.
Der barê bûyerê da 6 kes hatin binçavkirin.