Dinya

Netanyahu diyar kir, "em ê nekevin şerekî peritandinê, lê heta ku bigihêjin armancên xwe em ê êrîş bikin"

Faruk Hanedar  | 23.06.2025 - Rojanekırın : 25.06.2025
Netanyahu diyar kir, "em ê nekevin şerekî peritandinê, lê heta ku bigihêjin armancên xwe em ê êrîş bikin"

Quds

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kir, ew ê bi Îranê ra nekevin şerekî peritandinê, lê heta ku negihêjin armancên xwe, ew ê êrîşan bi dawî nekin.

Netanyahu di civîna çapemeniyê da axivî û li ser êrîşên ku Îsraîl dibin ser Îranê û êrîşên Amerîkayê yên li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê sekinî.

Netanyahu pesnê êrîşên Amerîkayê da û diyar kir ku artêşa Amerîkayê karekî mezin kir û wiha dewam kir, "Divê em li ber pêşengê me yê mezin (Serokê Amerîkayê Donald) Trump şawqeyê xwe derxin. Zirareke mezin da Fordoyê."

Netanyahu wiha got, "Em ê nekevin şerekî peritandinê, lê heta ku em negihêjin armancên xwe, em vê operasyona dîrokî bi dawî nakin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.