Li gundên Agiriyê yên ku di binê berfê da ne, kelecana eydê heye
Ağrı
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê li gundên ku hê di binê berfê da ne, kelecana Eyda Remezanê heye.
Di adara meha ewil a biharê da li gundan ji mêtreyekî zêdetir berf heye û li van gundan eyd dewam dike.
Gelek welatî li gundê Aşagi Tokluyê ku ji 60 xaniyan pêk tê, civiyan û mal bi mal li eydanê geriyan û eyda hev pîroz kirin.
Şekirên ku li malan hatin berhevkirin, li pêşiya mizgeftê li welatî û zarokan hatin belakirin.

Mixtarê gund Mustafa Demircî ji nûçegihanê AAyê ra got ku mezin digihêjin hev û mal bi mal li eydanê digerin, zarok jî çav didin mezinan û bi wan ra digerin.
Demircî diyar kir ku li gundan eyd xweş derbas dibe û wiha dewam kir, "Ji berê va em gundî digihêjin hev, meleyê gund dide pêşiya me û em mal bi mal digerin, eyda hev pîroz dikin. Piştî zivistaneke dijwar em ber bi biharê va diçin, her çend berf pir zêde be jî mala wî ava mele em li hemû malan gerandin. Ji ber ku me kevneşopa xwe jibîr nekiriye, em pir kêfxweş in. Li gund her çend rewşa hewayê baş nebe jî tehma meha remezanê û eydê heye."
Melayê gund Abdullah Aydemir jî diyar kir ku ew di nava yekîtî û bihevrabûnê da li hemû xaniyan geriyan û me eyda hev pîroz kir.

