Nihat Kavşut
29 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
HATAY
Li Hatayê jin alîkariya hev dikin û ji bo zivistanê salçe û tirşîn çêdikin û bacanên reş, îsot û kundiran hişk dikin.
Li Hatayê amadehiya jinan a bona zivistanê dest pê kir.

Li Hatayê jin tên bal hev û ji bo zivistanê salçe û tirşîn çêdikin û bacanên reş, îsot û kundiran hişk dikin.
Jin firingiyên ji zevî û bexçeyan tên komkirin hûr dikin û berdidin fîleyan û peyra bi alîkariya mêran ava wan derdixin. Ava firingiyan di sîtilên mezin da dikelînin ku tîr bibe. Salçeya tê çêkirin dixin şûşeyan û zivistanê jî ji bo xwarinê diemilînin.
Jinên li Hatayê bacanên reş, îsot û kundirên kom dikin jî ji ta derbas dikin û ji bo zivistanê hişk dikin.

Zubeyde Gokçeya amadehiya zivistanê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got çêkirina salçeyê zor û zehmet e.
Gokçeyê diyar kir salçeya çêdikin gelek xweş e û got em ya zêdebar jî difiroşin.

Fadîme Kilinçê diyar kir zivistan nêz dibe û tatêla wan a amadehiyên ji bo zivistanê dest pê dike.
Nazmiye Bolatê jî diyar kir ji bo zivistanê bacanên reş, îsot û kundiran kom dikin û hişk dikin.