Önder Beyter
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî wê 2 an jî 4 pile derkeve ser pileyên asayî yên demsalê.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, li herêmê hewa wê sayî û nîvsayî be.
Li herêma ku germahî wê 2 an jî 4 pile ji ser pileyên asayî yên demsalê ra be, ba wê ji hêla rojavayê başûr hêdîka were.
Li herêmê bi şev nizimtirîn pileya germê li Erdexanê 9, li Erziromê 11, li Qersê 12, li Agiriyê 14, li Erzingan û Tunceliyê 18 û li Îdirê jî 22 pile hat pîvan.
Tê pêşbînîkirin ku îro wê pileya germê li Tunceliyê 39, li Erzinganê 37, li Îdirê 36, li Agiriyê 34, li Qers û Erziromê 32 û li Erdêxanê jî 30 pile be.