İbrahim Atmaca
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
BÎNGOL
Hasan Kuyuldarê Bîngolî li Freiburga bajarê Almanyayê dijî û ji bo ku deynê xwe yê wefayê yê welatê xwe bide, li gundê xwe pirtûkxane vekir.
Kuyuldarê 37 salî nêzî 20 sal berê bi diya xwe û xwişk û birayên xwe ra çûye cem bavê xwe yê ku li Almanyayê dixebitî. Kuyuldar biryar da ku bi birayê xwe yê Huseyîn ra li gundê xwe Ilicaya ser bajaroka Ilicayê seba teşwîqa xwendina zarokan salona xwendinê veke.
Lê ji ber ku Huseyînê birayê wî par li Mulhouseya bajarê Fransayê di çem da xeniqî, proje nîvco ma. Her çend pêşengên gund di serî da dijayetiya vê yekê kirin jî Kutuldar pirtûkxaneya ku navê wê bi Zazakî "Veng Şima" (Dengê we) danî, vekir.
Ji ber berteka kalan di serî da kes nediçû pirtûkxaneyê, lê piştî hat gotin ku kê zêde pirtûkan bixwîne wê duçerxeyê bajo, jê ra bafirok wê diyarî were dayîn û piştî ku li pirtûkxaneyê îkrama ava fêkiyan jî dest pê kir, zarok diçin pirtûkxaneyê. Zarok him pirtûkan dixwînin û him jî lîstikan dileyîzin.
Hasan Kuyuldar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji bo projeya Qiraetxaneya Gel a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kêfxweş bû.
Kuyuldar ji ber ku xeyala birayê xwe pêk anî kêfxweş bû û wiha got: "Divê ciwanên me pirtûkan bixwînin. Lewra civateke ku bixwîne nêrîna wî ya jiyanê diguhere. Merivekî ku bixwîne, xerabiyê nake."
Mixtarê taxa Ilicayê Suphî Korkut jî got ku bi saya serê pirtûkxaneyê zarok dixwînin û wiha dewam kir: "Zarokên me dema xwe bi xwendina pirtûkan va derbas dikin. Di 4 mehan da 7 hezar û 100 pirtûk hatin xwendin. Piraniya emrê kesên ku dixwînin 15 sal û binê 15an e.
Ji zarokan Elîf Bulutê jî got, "Em li vê derê dileyîzin, pirtûkan dixwînin û li duçerxeyê siwar dibin."