Önder Beyter
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
MUŞ
Li Malazgîrta navçeya Mûşê ku li vê derê Sultan Alparslan deriyê Anadoluyê ji Tirkan ra vekiriye, xebatên li "Parka Neteweyî ya Dîrokî ya Cenga Meydanê ya Malazgîrtê" ku li ser 70 hezar mêtrokare erdî tê avakirin û herwiha wê li vê derê pîrozbahiyên salvegera 947emîn a Serfiraziya Malazgîrtê bên kirin, ber bi kutabûnê ne. Bi vebûna vê parkê di warê turîzmê da enînivîsa Malazgîrtê dê biguhere.
Li parka neteweyî ku li taxa Danîşmentgaziyê li ser 70 hezar mêtrokareyî tê avakirin, dê otoparka 250 otobusan, ciyê îkramê, destav, kaniya destnimêjê, deriyê derva, 250 mêtro dirêj rêya fethê, nimêjgeh, qada merasimê ya ji bo 100 hezar kesî, qada xîtabetê, ciyê vehesîna protokolê, qada 8 helîkopteran û otoparka protokolê tê avakirin.
Pîrozbahiyên salvegera 947emîn a 26ê Tebaxê Serfiraziya Malazgîrtê dê li "Parka Neteweyî ya Dîrokî ya Cenga Meydanê ya Malazgîrtê" bê kirin.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Mevlut Dogan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Sultan Alparslan tevî artêşa xwe bi Serfiraziya Malazgîrtê deriyê Anadoluyê ji Tirkan ra vekiriye.
Dogan diyar kir ku Malazgîrt di warê dîrokî da pir girîng e û wiha dewam kir:
"Li Malazgîrtê her sal pîrozbahiyên serfiraziyê tên lidarxistin. Niha li navçeyê xebateke berfireh tê meşandin. Dema parka neteweyî kuta bibe, dê hejmareke zêde a turîstan were Mûş û Malazgîrtê. Tûrîstek dema ji Stenbolê rabe û were Malazgîrtê dê 2 rojên xwe li vir derbas bike. Ev yek jî dê dovîzê bîne memleketê me. Di warê turîzmê da dê pir bi kêr were. Welatê me û bajarê me dê pêş bikeve."