Jiyan

Li gund genimê xwe bi destarê dihêrin

Li Sariyaylaya gundê Sasona navçeya Batmanê gundî genimê xwe bi destarê dihêrin.

İbrahim Atmaca   | 26.11.2019
Li gund genimê xwe bi destarê dihêrin

Batman

Gundî wextê ku genimê xwe dihêrin pê ra carina kilaman dibêjin carinan jî çîrokan dibêjin.

Mahmut Baştaşê (65) gundî diyar kir ku ew ji bav û kalê xwe vir va genimê xwe bi destarê dihêrin.

Baştaş got ku destar bi quweta milan dizivire û ar naşewitîne û wiha dewam kir:

"Ji ber ku siruştî ye, arê destarê ji aliyê tenduristiyê va jî baş e. Ji ber ku kevir e, ar naşewitîne. Aşê fabirqeyan ar dişewitînin. Ji ber vê jî nanê ku ji vî arî çêdibe jî seba sihetê baş e. Em ê vê kevneşopiya xwe nedin jibîrkirin. Zarokên me wê piştî me bidomînin. Em ê nehêlin ku ev kevneşopî rabe."

Ozbek Bulu jî wiha got, "Arê destarê pir paqij dertê. Hinekî zehmetiya wê heye, lê em arê xwe di destarê da dihêrin."

Hulya Bagaturê jî got ku eşqa wan ji hêrana ar ra tê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın