Anıl Aydın,Günay Nuh
01 Adar 2024•Rojanekirin: 07 Adar 2024
Li Goleya navçeya Erdexanê germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 32 pile hat pîvandin.
Li navçeya ku sir û serma heye di roja ewil ya biharê da 1ê Adarê germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 32 pile hat pîvandin.
Ji ber serma û seqemê ava çem û çavkaniyan cemed girt û camên mal, dikan û wesaîtan qeşa girt.
Ji welatiyan Ferdî Altun destnîşan kir ev hefteyek e hewa pir sar e û got ku serê sibehê ji ber sermayê meriv nikare derkeve derva û here ser karê xwe.
Li navenda Erdexanê jî germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 22 pile hat pîvandin.