Günay Nuh
29 Sibat 2024•Rojanekirin: 01 Adar 2024
ARDAHAN (AA) - Li Erdexanê germa hewayê bişev 23 pile di binê sifirê da hat pîvan û sir û seqemê tengasî da kişandin.
Çend roj in li bajêr hewa pir sar e û hin ciyên Çemê Kurayê cemed girt.
Serê sibê dema ku zarok û welatî derketin derva, bijangên wan cemed girt.
Termometreyan bişev di binê sifirê da 23 pile nîşan da, di rê û peyarêyan da cemed çêbû.
Walî Hayrettîn Çîçek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, li bajêr 4 roj in sir û seqem heye, li hin deran germa hewayê heta 33 pile binê sifirê kêm bû.
Ji welatiyan Erdogan Yildiz jî got ku 25 sal e ew li Erdexanê dijî, wî cara ewil sermayeke wiha dît.