Turîstên ku tên ser Gola Çildirê ya qeşagirtî bi dilê xwe kêf û coşê dikin
Ardahan
Turîstên ku tên ser Gola Çildirê ya qeşagirtî ya li ser sînorê Erdexan-Qersê, li xizangên hespan siwar dibin, govendê digirin û têra xwe kêfxweş dibin.
Rûyê golê ji ber sir û sermayê qasî 20 santîmêtro qeşa girtiye.
Gol zivistanê turîstên herêmî û biyanî diezimîne.
Turîstên ku bi rêya geştên rojane tên herêmê, li xizangên hespan siwar dibin û li ser golê digerin.
Turîst govendê digirin û dema xwe xweş derbas dikin.
Alper Topkayayê ku xizanga wî ya hespan heye got ku li ser Gola Çildirê van rojan gelek çalakî hene.
Topkaya anî ziman ku rûyê golê qeşa girtiye û ew benda her kesî ne ku bên vir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
