Li giştiyê welêt germahiya hewayê dê bidome

Ankara
Li giştiyê welêt germahiya hewayê ya di ser asta demsalê da dê bidome.
Cengiz Çelikê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Veguherîna Avûhewayê ji peyamnêrê AAyê ra der barê rewşa hewayê da zanyarî dan.
Çelik ragihand ku germahî nexasim li herêmên navxweyî û başûr dê 3 yan jî 6 pile di ser asta demsalê da be, li herêmên bakur ên welêt jî dê bi gelemperî di asta demsalê da be.
Çelik destnîşan kir ku germahiya herî zêde dê li qeraxên Behra Spî û Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di ser 40 pileyî da be û her wiha ji bo van herêman jî hişyarî da welatiyan ku di navbera saet 11.00-16.00an da dernekevin derva.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.