İbrahim Torlak
26 Îlon 2022•Rojanekirin: 27 Îlon 2022
Li Gercuşa (Kercews) navçeya Batmanê di meha îlonê da li hewşa malê ser kuçikan sîtil tên danîn û savar tê kelandin.
Li taxa Çukur Çeşmeyê ji welatiyên ku savar dilkelîne Ahmet Ozsunar diyar kir ku ew her sal genim dikelîne, dixe savar û difroşe.
Ozsunar wiha xeberda, "Genim pêşiyê tê şûştin, paşê di sîtilan da tê kelandin. Ji bo ku ziwa bibe jî li ser baniyan ber tavê tê raxistin. Piştî ku hişk dibe jî li aş tê hêran û dibe savar. Li navçeya me û gundan her sal di vê demsalê da savar tê kelandin."